Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê propaganda hilbijartinê dest pê kir

Ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ku wê 12'ê Gulanê bêne kirin, partiyên siyasî dest bi propagandayê kirin.

Li gorî biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê, propaganda hilbijartinê duh li gelemperiya Iraqê (14'ê Nîsanê), îro jî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Bi destpêkirina dema propaganda hilbijartinê re partiyên siyasî zend û bend ba dan. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li Başûrê Kurdistanê posterên namzetên partiyên siyasî li bajar û bajarokan hatin daliqandin.

Hilbijartinên parlamenta Iraqê wê 12'ê Gulanê bêne kirin.

6 hezar û 982 namzet ji bo bibin parlamenter tevlî hilbijartinê dibin. Parlamenta Iraqê ji 275 endaman pêk tê.