Li Iraqê tevgera gel deklarasyonek weşand

Tevgera Gel ya li Iraqê ku dixwaze rejîm dest ji kar berde, daxwazên xwe bi şeklê deklarasyonekî 20 madeyî li meydana Tehrîr a Bexdayê daliqand.

Li Iraqê ev nêzî mehekê ye ku çalakiyên protestoyî didomin. Çalakî di 1’ê Cotmehê de dest pê kir û piştî hefteyekî heta 24’ê heman mehê ji hukûmetê re dem hate dayîn da ku sozên xwe bi cîh bîne. Encax ji ber ku daxwaz nehatin bicîhanîn lewre wê carê çalakî bi şeklê bêîtaetiya sivîl ji nû ve dest pê kirin. Di protestoyên ku belavî Bexda û bajarên Şîî yên li başûrê wê bûye de daxwaz tê kirin ku hukûmet dest ji kar berde. Di ji destpêka hefteyê heta niha di encama gulebaranên ku hêzên ewlekariyê yê Bexda, Kerbela û Nasiriye de herî kêm 13 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne. ji 1’ê Cotmehê heta niha hejmara kesên ku hatine kuştin 270 kesî derbas kiriye.

Xwepêşanderên ku di daxwazên xwe de bi israr in “Li ser navê gel” dest danî ser gelek saziyan. Li Bexda û başûrê welat pankartên “Li ser navê gel hatiye girtin” li avahiyan daliqandin. Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî du roj beriya niha bangewazî kiribû ku çalakî bên bidawîkirin û vegere rewşa normal. Encax tevgera gel bi berfirehkirina çalakiyan bersiv da wê bangewaziyê.

Meydana Tehrîr a Bexdayê bi hefteyan e ku di destê çalakvanan de ye. Meydan veguheriye qadeke xwerêveberiyê. Çalakvanan deklarasyonekî 20 madeyî li meydanê daliqandin.

Daxwazên ku li deklarasyonê de ne wiha ne:

1- Divê hukûmet îstîfa bike û birûxe, Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî jî ji ber kuştina xwepêşanderan were darizandin.

2- Divê parlemento were betalkirin.

3- Divê makezagonekî nû ji bo Iraqê bê amadekirin. Kesên ku di komîsyonê amadekirina makezagona nû de cih bigirin divê di xebata wê qadê de pispor be, serbixwe be û ji partiyan dûr be. Pêwîst e kesên ku ji sala 2003’an heta niha di siyasetê de cihê xwe girtine, di komîsyonê amadekar a makezagona nû de cih negirin.

4- Divê hemû saziyên ayînî ji siyasetê bên dûrxistin. Têkiliya wan bi siyasetê re were qutkirin.

5- Pêwîst e çavkaniyên dewlemendiyên Iraqê ku bi destê rêveberên Iraqê derxistine derveyî welat carekî din paş de vegerînin.

6- Divê li parlementoyê edaleteke nû û serbixwe bê damezrandin. Pêwîst e ev parlementoye ji partiyan dûr be.

7- Hukûmeta ku vê bi parvekirinekî li gorî partî, bawerî, malbat, eşîre û koka gelan pêk bê, divê hemû rêveberên îdarî ji holê bên rakirin.

8- Pêwîst e hemû komên çekdar yên li Iraqê werin betalkirin. Divê çekan radestî dewlêtê bên kirin.

9- Divê bi çavdêriya hêzên navnetewî hilbijartinekî pêşwext çêbibe. Pêwîst e partiyên ku heta niha di rêveberiya welat de cîh girtine nekevin hilbijartinê.

10- Pêwîst e hemû kes û aliyên ku ji 2003’an heta niha gendelî kirine werin eşkerekirin û darizandin.

11- Divê artêşekî dûrî partî û saziyên olî bê damezrandin. Pêwîst e bi awayekî zelal were destnîşankirin ku erkê wê artêşê parastina welat e.

12- Pêwîst e hemû saziyên ewlekariyê yên ku êşkencê li gel dike û sivîlan dikuje hilweşînin û li şûna wê de saziyekî ewlekariyê ku armancê wê ne desthilat û rêveberî berku parastina gel be bê avakirin.

13- Divê rêveberiya Iraqê derbasî pergala serokwezîrtiyê bibe.

14- Pêwîst e zagoneke nû ya hilbijartinê bê amadekirin. Kesên ku wê di amadekirina zagonê de cih digirin divê serbixwe bin û di qada xwe de pispor bin.

15- Ji bo darizandina sûcdarên ji sala 2003’an ve bi fermana desthilatê gel û sivîl qetil kirine, divê dadgehek bê avakirin.

16- Îmtiyazên ku Serokkomar,Serokwezîr û serokê meclîsê nas bike bê avakirin.

17- Îmtiyazên ku erkên midur, berpirs û saziykên mîna vê ku girêdayî Serokkomar, serokwezîr û serokê parlementoyê ber bi jêr pêk tîne bê avakirin.

18- Divê xebatên her du saziyên şehîdan ku têkildarî kesên li Iraqê di dema Seddam de şehîd bûne bê rawestandin. Ev sazî divê kesên li ser navê malbata şehîd pere digire bê lêkolînkirin, tenê pere ji bo kesên malbatên şehîdan bê dayîn.

19- Divê Komîsyona Destên Paqijiyê ya ku bi gendeliyê re têkoşînê dike ve bê zêdekirin. Xebatên bi navê vê komîsyonê tê kirin, bê lêkolînkirin.