Li Iraqê operasyoneke berfireh li dijî DAÎŞ'ê dest pê kir

Artêşa Iraqê li herêma Diyalayê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Artêşa Iraqê li bejahiya Diyalayê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Bi sedan leşker tevlî operasyonê dibe ku li 4 herêman tê meşandin.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl li ser operasyonê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên koalîsyona navneteweyî jî bi balafirên şer tevlî operasyonê bûne.

Li herêma Xaneqînê ku operasyon lê dimeşe, mayinek teqiya û 5 endamên Haşdî Şabî birîndar bûn.

Di operasyonê de doh 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn kuştin.