Li Iraqê li hemberî kafeyan êrîş,17 kes mirin
Li Iraqê li hemberî kafeyan êrîş,17 kes mirin
Li Iraqê li hemberî kafeyan êrîş,17 kes mirin
Li Iraqê li hemberî gelek kafeyan êrîş pêk hatin û di 24 saetên dawî de di êrîşên pêk hatin de herî kêm 17 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên tenduristî û ewlehiyê, êrîşên kafe kirin hedef, li bajarên Bakuba Jbela û taxên piraniya wan Sunî ya Bexdayê pêk hatine.
Li navenda Bakuba wesayîteke bombebarkirinê li nêzî kafeyê teqiya. Dema kesên derdorê hewl dida kesê di teqînê de mirine alîkarî bidin wan, teqîna duyemîn pêk hat. Di vê navberê de 12 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna taxa Ademiye ya Bexdayê de jî 4 kes mirin û 14 kes birîndar bûn. Li bajarê Jbela jî di du teqînên cuda de 3 kes birîndar bûn.
Li aliyê din li Bexdayê di êrîşeke din de kesek mir û 9 kes birîndar bûn. Zêdebûna bûyerên şîdetê di demeke ku di navbera Sunî û serokwezîrê Şîî Nurî El Malîkî de pêk hatin.
Di nava meha Gulanê de li gorî Netewên Yekbûyî, li Iraqê nêzî hezar kesî di êrîşan de mirine. Ev meh jî ji sala 2008’an meha herî dijwar bû.