Li Iraqê hikumeta koalîsyonê ya ji 16 pêkhateyan ava bû

Lîderê Şîa yê li Iraqê Muqteda Sadr û Serokwezîrê heyî Haydar El Ebadî, koalîsyoneke berfireh a ji 16 pêkhateyan ava kirin.

16 pêkhateyên siyasî yên li Iraqê ku lîsteyên Haydar El Ebadî û Muqteda Sadr jî di nav de ne, êvara Yekşemê li ser hikumeteke koalîsyonê ya berfireh li hev kirin. Ev lihevkirinê beriya vekirina parlamentê ya 3'ê Îlonê pêk hat.

Koalîsyon ji 177 wekîlan pêk tê ku li parlamenta Iraqê 329 kursî hene.

Haydar El Ebadî ku destekê ji cîhana rojava digire û di hilbijartinê de bi derxistina 42 wekîlan bû partiya sêyemîn, bi vê koalîsyonê re wê cihê xwe biparêze.

Parlament wê vê Duşemê vebe. Di rûniştina parlamentê de pêwîste destpêkê serokê parlamentê bê hilbijartin. Li gorî kevneşopiyê, serokê parlamentê divê yekî Sûnî be. Piştre jî wê du alîkarên wî bên destnîşankirin.

Parlamenter jî divê di nava 30 rojî de Serokkomar hilbijêrin. Serokkomar jî li gorî kevneşopiyê divê Kurdek be. Serokkomar wê di nava 15 rojî de koalîsyona herî berfireh wezîfedar bike ji bo hikumeta nû ava bike.

Di hilbijartina 12'ê Gulanê de lîsteya Sadr ku bi komunîstan re tifaq kir 54 wekîl bi dest xist û bû partiya yekemîn. Ji bilî Sadr û Ebadî, di nava koalîsyona nû de Iyad Ellawî jî heye ku lîsteya wî 21 wekîl derxist.