Li Iraqê di xwepêşandanan de 63 kes mirin

Xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikumetê di roja sêyemîn de ne. Di nava du rojên derbasbûyî de 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komîsyona Bilind a Mafê Mirov a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên ji duh ve 63 kes hatine kuştin û 2092 kes jî birîndar bûne.

Komîsyona Bilind a Mafê Mirov a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên du rojan de li Iraqê 63 kes hatine kuştin û 2092 kes jî birîndar bûne.

Li gorî medya Iraqê, rayedarên hikûmeta Iraqê jî dem dane xwepêşanderên li Meydana Tehrîr a Bexdayê da ku meydanê berdin. Rayedaran ji xwepêşandanan re gotine ger meydanê neberdin ewê hêzê li dijî wana bikarbînin.

Ji duh ve xwepêşandanan li gelek parêzgeh û bajarên Iraqê li dijî gendelî, nebûna xizmetguzarî û derfetên kar destpêkirine.