Li Iraqê di êrîşên li dijî Şiiyan herî kêm 33 kes mirin

Li Iraqê di êrîşên li dijî Şiiyan herî kêm 33 kes mirin

Li herêma Diyala a Iraqê şeva Duşemê di encama êrîşa li dijî Şiiyan herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest da, derdora 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên polîsan, li Mukdakiyeyê li dijî merasima cenazeyê aydê Şiiyan êrîşekî xwekujî pêkhat. Li gorî demjimêra herêmî derdora 22.00’an de êrîş pêkhat. Li gorî çavkaniyên polîs û nexweşxaneyê herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest da, 27 kes jî birîndar bûn.

Di heman demjimêran de li bajarê Bakûba ê li taxek piranî Şiî lêheyî, bombeyek avêtin kafeyekê. Di encama teqînê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.

Weke din jî di nava rojê de li Mişahadayê ku dikeve bakûrê Bexdayê, 8 endamên berê ên hêza milîsan a binavê Şahwa yên Sunî ku li dijî El Qaîdeyê hatibûn çekdarkirin, ji aliyê kesên uniformayên leşkerî li ber ji malên wan hatin derxistin û înfaz kirin.

DI SÊ MEHAN DE 2 HEZAR Û 500 KESAN ZÊDETIR MIRIN

Li Iraqê ji serê salê û vir ve bûyerên tundî zêdebûn. Li gorî bîlançoya ku roja Duşemê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatîn weşandin, di sê mehan de zêdetirî 2.500 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Ev tundî piştî rageşiya di navbera Serokwezîr Nûrî Malikî ê Şiî û Suniyan de rû dan. Di navbera Malikî û Herêma Başûrê Kurdistanê de jî krîza siyasî didome. Li gorî misyona Iraqê a NY tenê di meha Hezîranê de 761 kesan jiyana xwe ji da, 1.771 kes jî birîndar bûn. Li gorî vê bîlançoya sê mehan dibe 2. 518 kes.