Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 46 kes mirin
Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 46 kes mirin
Li Iraqê di êrîşên bombeyî de 46 kes mirin
Li gelemperiya Iraqê, di êrîşên bombeyî yên duh de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Piraniya êrîşan li paytext Bexda, Bakûba û Mûsilê rû dan. Di rêzeteqînên li Bexdayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bakurê Bexdayê herêma Baladê, di encama êrîşeke bombeyî ya li hemberî dadgerekî de çar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di êrîşê de dadger jî birîndar bûye.
Li Mûsilê, li nuqteyeke sexte ya kontrolê di encama gulereşandina li wesayîtekê de pênc leşker mirin.
Li Iraqê, di bûyerên dijwariyê yên tevahiya meha Remezanê de zêdeyî 670 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmar, weke hejmara herî zêde ya salên dawî ye. Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji meha Çileyê û vir ve, li Iraqê 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 10 hezar kes jî birîndar bûne.