Li Iraqê dema hilbijartinê: Blok, tifaq û hevdîtin

Ji bo hilbijartina parlamenta Iraqê ku tê payin 12'ê Gulanê bê kirin, blokên Kurd, Şîa û Sûnî amadekariyên dawî dikin. Hemû blok giraniyê didin ser tifaqên hilbjiartinê û ji bo herêmên 'cihê nîqaşê' jî hewl tê dayin ku formulên cuda bên destnîşankirin.

Ji bo hilbijartina parlamenta Iraqê ku tê payin 12'ê Gulana 2018'an bê kirin, gelek partî û hêzên siyasî hevdîtinan dikin. Di hilbijartinên bihurî de tifaq û lîste li ser blokên Şîa, Sûnî û Kurdan dihatin kirin. Lê vê carê ji her sê blokan jî dengên cuda tên. Li Iraqê, nêzî 200 partî xwedî maf in ku tevlî hilbijartinê bibin. 24 milyon jî dengdêr hene.

BLOKA ŞÎA

Bloka rêveberiya Şîa ku sala 2003'an piştî destwerdana DYA û hilweşandina rejîma Saddam Huseyîn bû desthilatdar, piştî ku sala 2017'an DAÎŞ hate têk birin û herêmên 'cihê nîqaşê' bi dest xist, xuya ye lez daye xwe.

Di nava bloka Şîa de Partiay Daw ya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Partiya Qanûn a selefiyê beriya wî Nûrî El Malîkî derdikevin pêş. Ebadî ku bi giranî hewl dide xwe nêzî DYA û Îngilîstanê bike û Malîkî yê xwe nêzî Îranê dike, li ser tifaqa hilbijartinê hevdîtinan dikin. Li nava komên cuda yên Heşdî Şabî jî ku piştî şerê dijî DAÎŞ'ê derketin holê, karên ji bo tifaqa hilbijartinê didomin.

Ji van tifaqan a destpêkê, ji Tûgayên Bedîr hat ku nêzî Îranê ye. Sekreterê Giştî yê Tûgayên Bedir Hadî Amirî, 15 kom li hev civand ku Tûgayên Bedir, Esayîb El Hak, Şûra Îslamî ya Bilind û Civaka Edalet û Yekîtiyê jî di nav de hene û "Koalîsyona Fetîh" ava kir.

Li aliyê din, yek ji tevgerên herî xurt ên kevneşopiya Şîa ya li Iraqê Tevgera Sadr jî bi hin derdoran re dest bi hevdîtinên li ser tifaqê kir. Hevdîtinên tifaqê yên bi serokatiya Muqteda Es-Sadr dewam dikin. Bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Iyad Ellawî jî 11 partî û fraksiyon li hev civiyan û Tifaqa Watan ava kirin.

BLOKA SÛNÎ

Di rewşa heyî de yên ku li Iraqê herî zêde ji hev parçe xuya dikin, Sûnî ne. Bi pêşengiya hin eşîrên Sûrî û siyasetmedarên berê, hevdîtinên ji bo tifaqê dewam dikin. Bi taybetî li herêmên ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ketinê, tê meraqkirin bê Sûnî wê helwesteke çawa ya siyasî nîşan bidin.

Li vê blokê jî yê herî zêde derdikeve pêş Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cibûrî ye. Cibûrî ku serokatiyê ji lîsteya Tevgera Reforma Sivîl a ji bo hilbijartinê dike, hevdîtinên xwe yên li ser tifaqê didomîne. Li nava bloka Sûnî hevdîtinên ji bo tifaqên cuda jî dewam dikin. Alîkarê Serokkomarê Iraqê ûsame Nûceyfî û Salih Mutleq ê serokê Koalîsyona Ereb, ji bo tifaqê dest bi hevdîtinan kirine.

Hin hêzên ji Erebên Sûnî yên li Kerkûkê, bi serkêşiya Rakan Saîd ku niha weke wekîl Walîtiya Kerkûkê dike, tifaqek ava kirin. 11 partî û hêz di nava tifaqê de cih digirin û xwe amade dikin ku li Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin.

ENIYA KURDAN

Bi berxwedana dijî DAÎŞ'ê re yên ku di nava 4 salên dawî de li Iraqê herî zêde bal kişandin ser xwe, Kurd bûn. Piştî ku Kerkûk û herêmên 'cihê nîqaşê' ketin destê Kurdan hêzên siyasî yên Kurd li ser qadeke berfireh serwer bûn. Ji ber ku siyaseta Kurd li gorî vê rewşê siyaseteke nekarî bimeşînin, Kurdan dawiya salê winda kirin.

Piştî referanadûma ne serketî û êrîşên 16’ê Cotmehê rageşiya di navbeyna partiyên Kurd de zêdetir bû. Lê PDK ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêşniyara ‘lîsteya hevpar’ dike.

Tê gotin, PDK ji ber sedema ku, 'li herêmên ku nîqaş li ser hene zehmet e ku PDK xebatên hilbijartinê bike, dixwaze li bara Bexdayê  dîmena yekîtiyê bide û maliyeta referandûmê dabeş bike' li ser lîsteya hevpar radiweste.

Ji nav YNK’ê heta niha her çendî dengên cuda derdikevin jî hê helwesteke fermî nehatiye nîşandan. Tê gotin ji nav YNK’ê jî beşekî girîng dixwaze ku Kurd bi lîsteya hevpar biçin hilbijartinê.

Goran, Komala Îslamî û partiya Berhem Salih, Koalîsyona ji bo Dadmendî û Demokrasiyê jî xwe hazir dikin ku bi lîsteyeke hevpar biçin hilbijartinê.

Hevalbendiya navborî PDK’ê û YNK’ê ji referandûmê, ji windakirina herêmên bi nîqaş, krîza bûdçeyê, nedana meaşan, gendeliyê berpirs dibîne.

Partiyên dî ku dikarin têkevin hilbijartina Iraqê hê helwesta xwe diyar nekirine. Tevgera Azadî ku beriya bi demekê li Iraqê bû fermî, ji bo ku di dema diyar de kongreya xwe nekiriye nikare bikeve hilbijartinê lê dikare di nav tifaqan de cih bigire.

Partiya Êzîdiyan a Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) ku beriye bi çendkê bû fermî  dikare tevlî hilbijartinan bibe. PADÊ xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li ser rêgezan derî ji tifaqan re vedike.