Li Iraqê cezayê darvekirinê dane 300 endamên DAÎŞ’ê

Li Iraqê 300 kesên ku bi endamtiya DAÎŞ’ê hatine mehkûmkirin cezayê darvekirinê li wan hate birîn.

Ajansa nûçeyan a Fransiz AFP’ê bi nûçeyeke ku spartî ser jêderên edlî 100 jê welatiyên welatên biyan, cezayê darvekirinê dane 300 endamên DAÎŞ’ê, her wiha li gelekan jî cezayê miebetê hate birin.

Dadgeha li Iraqê li dozên têkilî terorîzmê dinere. Yek ji van jî dadgeha cezayê ya Tel Keyf a li Mûsilê û yek jî dadgeha navendî ya cezayê ya Bexdayê ye. Li dadgeha Bexdayê bi taybetî li dosyayên endamên DAÎŞ’ê yên biyanî tê nerîn û li dosyayên jinan.

PIRANIYAN BIYANIYAN WELATIYÊN TIRKIYEYÊ NE

Ji meha Çile ve li Bexdayê 97 welatiyên biyanî cezayê îdamê li wan hate birîn. 185’an jê cezayê miebetê, 15’a jê jî 3 sal ceza xwar û yekî jê cezayê salekê. Tê gotin piraniya yên ku hatin mehkûmkirin welatiyên Tirkiyê ne an jî ji komarên Sowyetan in.

Berdevkê Konseya Dadgerên Bilind Abdul Settar Bayraktar bi daxuyaniyeke nivîskî got li Tel Keyfê 815 kes hatine darizandin û got, ‘’212’an cezayê îdamê xwar, 150 jê jî cezayê miebetê xwar’. Li gorî Bayraktar piraniya van ji endamtiya DAÎŞ’ê ceza xwar.

Di daxuyaniyê de hate gotin hate çespandin ku van kesan çalakiyên krîmînal kirin. Bayraktar her wiha diyar kir 341 kesan ji van cezayê hepse xwarine û hate gotin ji van 112 kes ji van ji ber ku nehate çespandin ku sûc kirine hatin berdan.

Duşemê Wezareta Dadmendiyê daxuyaniyek dabû û gotibû bi sûcdariya terorîzmê 11 kes hatine darvekirin.