Li Îranê her ku diçe hejarî û bêkarî zêde dibe
Li Îranê her ku diçe hejarî û bêkarî zêde dibe
Li Îranê her ku diçe hejarî û bêkarî zêde dibe
Federesona Navnetewiya Civakiya Mafê Mirov û Komeleya Parêzvanên Mafê Mirovan a li Îranê bi nêzikbûna hilbijartinên serokkomariyê li Îranê, raportekî bi sergotara Îran giringiya hejarî, kêmbûna mafê karkeran û belgeyên girêdayî pêşkeftina mafê aborî û civakî li Îranê bilav kir.
Di rapora Federesona Navnetewiya Civakiya Mafê Mirov û Komeleya Parêzvanên Mafê Mirovan a li Îranê de hatiye diyar kirin ku, rewşa aborî û civakî li Îranê gelek xirab bûye. Ew ji rasterast bandoriyê li rewşa jiyana xelkê kiriye. Bêkariyê giringî standiye. Gihaye lotkeyekî bilind û piraniya xelkê neçar bûye çend pişeyan de kar bikin. Ji ber vê ji nikarin jiyana xwe bi yek heqdestê berdewam bikin. Her ku diçe ferqa dinavbera hejar û dewlimendan de zêde dibe.
Di raportê de hatiye diyar kirin ku, di rewşekî wiha de mafê karkeran nîne, bi şêwazekî azadane xwe rêxistin bikin.
Ebdulkerîn Lahîcî, Serokê federesona navnetewiya Civakî mafê Mirov û serokê komeleya Mafê Mirovana Îranê di vê derbarê de ragihandiye ku, rêxistinên karkeran pergaleke ku ji aliyê karmendên dewletê jibo kontrol kirina karkeran bikar tînin. Di derbarê rêxistinên karkeran ên serbixwe de agardar nebûne ku çalakiyên tevgerên karkeran ji aliyê rejima Îranê ve desteser kirine û xistine zindanê de.
Binpêkirina berfirehbûna hiquqî ya kar ji aliyê pêkanînê ve û ji aliyê zagonî ve bi taybet li dijî jinan, sedemên olî û fikr û bîrên siyasî li paşe.
Lahîcî di derbarê vê yekê de ragihan ku, “Siyaseta dewleta Îranê de wekhevî di navbera jin û zilam de nîne hertim jinan di çewisîne. Di kiryarên borî de ji bo kontrolkirinê giringî bi dijitiya jinan daye.
Di raportê de ku xwe dispêre wan belgeyên ji aliyê çavkaniyên navxwe yî ve hatine amadekirin de destnişan dike ku ji sedî 50 xelkê îranê dibin hejariyê de jiyan dikin û destnişan kirine ku di nava 8 salên derbasbûyî de ji sedê 72 kirîna xelkê kêm bûye.
Ebdulkerîm di dawiyê de balê dikişîne ser vê yekê ku di demekî ku hejarî û bêkarî di zêdebûye, karkeran qet rêkekî yasayî nîne ji bo ku doza mafên xwe bikin û bi parêzin û ev dewreya hilbijartinê qet guhertinekî berçav nayne.