Li Îranê du hefte zêdetire agahî ji çalakvanekî Kurd nayê girtin

Li Îranê du hefte zêdetire agahî ji çalakvanekî Kurd nayê girtin

Çalakvanekî Kurd ku ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve hati bû girtin, du hefte zêdetire agahî jê nayên girtin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê beriya çend rojan çalakiye hate li darxistin, piştî çalakiya karkeran du rojan hêzên Îstîxbarata Îranê di ser mala endamê Komîteya amadekara ahenga damezirandina karkeran Hîwa Xerîbî ê Kurd de girtin. Her wiha ev du hefte zêdetire agahî ji çalakvanê Kurd Hîwa Xerîbî nayê girtin.

Malbatên girtiyên ku di girtîgehên Îranê de ne, bi çi şêweyekî nikarin ji  karmendên dadgehê zanyariyan di derbarê zarokên xwe de werbigrin. Komîteya amadekara ahenga damezrandina karkeran di vê derbarê de ragihand ku, ev du hefte zêdetire di ser girtina Hîwa Xerîbî derbazbû hêjan çi agahî jê nehatiye girtin .

Hêjay gotinê ye ku li kampanyayeka gaza sinekarî kar dikir.  Roja Înê 14’ê Hezîranê ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve ji mala wî a li Sineyê tê girtin û malbata Hîwa jî serlêdanî hêzên Îstixbarata Sine kirine, lê bele qet zanyariyek li ser vê girtinê nedane wan û sedemê girtinê diyar nekirine.