Li Îranê di nava 2 rojan de 5 kes hatin darvekirin
Li Îranê di nava 2 rojan de 5 kes hatin darvekirin
Li Îranê di nava 2 rojan de 5 kes hatin darvekirin
Îro serê sibê di Zîndana Navendî ya Bajarê Geçsaran û Ehwaz jî bi şêweyekî aşkera 2 kes hatin bidarvekirin. Bi van bidarvekirinan di nava du rojên dawî de rejîma Îranê 5 kes bi hincetên cuda cuda bi darve kir.
Ajansa Îranê ji devê Evşîn Narkî Berpirsê Giştî yê Zîndana Geçsaran ragihand ku wan kesek bi navê A.S. bi hinceta kuştina kesekî, îro li hewşa zîndanê bî darve kirine û got, “Kesê ku hatiye bidarvekirin bi sedema kuştina kesekî bi navê Mûshîn Hûsênî Nîk di sala 2006’an de hatiye girtin û cezayê wî hatiye bicihkirin.”
Her wiha kesekî din bi navê Hûsên Tûkan bi sûcdariya bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber li Zîndana Ehwaz dihat girtin piştî ku cezayê bidarvekirinê lê hat birîn îro bi awayekî lî pêşberî gel li Xaçe Rêya Selman Farîsî li navenda bajarê Ehwazê hat bidarvekirin.
Her wiha duh jî li Zîndana Navendî ya bajarê Zahîdan a Îranê 3 kes, ku yek ji wan hemwelatiyê Afganîstanê ye, piştî ku di 27’ê Hezîranê de cezayê wan ji aliyê dadgeha bilind a bajêr ve hatibû erêkirin û du rojan di hucreyê de hatin girtin, di 29’ê Hezîranê de hatibûn bidarvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku pêla bidarvekirinê careke din piştî hilbijartinên Serokkomariyê dest pê kirine.