Li Îranê darvekirin bi dawî nabin

Li Îranê darvekirin bi dawî nabin

Rexmî nerazîbûnên hundirîn û derve jî, îro li bajarê Kerecê ê Îranê 2 kes ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve li ber çavên gel hatin bidarvekirin.

Li gorî Ajansa Nûçe ya Mehr, îro li bajarê Kerecê yê Îranê 2 kes hatin bidarvekirin, ji ber sedema sala derbasbûyî 2 xwîşk ji aliyê du kesan ve hatibûn tecawizkirin û cezayê bidarvekirinê lê hatibûn birîn. Ew her du keçên ciwan di gilînameya xwe de destnîşan kirine ku, wek rêwî siwarî otombîla şexî bûne, piştî derbasbûna demekê kurt, du xortan êrîşî otomobîlê kirine û her du xwîşk birine li nav baxçeyekê êşkence kirine û tecawiz kirine.

Piştî giliyê her du xwîşkan hêzên ewlehiyê lêkolînek taybet derbarê bûyerê de didin meşan din û piştî lêkolînê her du kesan digirin. Di dema lêpirsînê de her du kes dipejîrinin ku, wan ev bûyer kiriye.

Ew her du ciwan piştî li dadgeha Keyfer Elboyaz hatin dadgehkirin, bi cezayê sêdarê hatibûn mehkûmkirin. Serê vê sibehê her du kes li çaryana rêya Parka Gulzarî hatin bidarvekirin.