Li Îranê 27 kes hatin bidarvekirin

Li Îranê 27 kes hatin bidarvekirin

Ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve roja sêşemê 21 kes li Girtîgeha Qizilhesar, 2 kes jî li Girtîgeha Xuremabad û duh jî 4  girtiyên din li Girtîgeha Recayê ya bajarê Kerec bi dar ve kir.

Li gorî raporta Komelaya Çalakiyên Mafê Mirovan li Îranê malbata Muhsîn Cîhanbexş ê cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn roja duşemê ji aliyê rejîmê ve birine cihekî ne diyar.

Karbidestên Girtîgeha Recayê bajarê Kerec ji malbata Cîhanbexş re gotine ku kurê wan şandine Girtîgeha Qizilhisar. Piştî serlêdana malbata Muhsîn Cîhanbexş berpirsê girtîgehê ji wan re gotiye, Muhsîn Cîhanbexş li gel 20 kesên din di 2’ê Tîrmehê de bi dar ve kirine.

Girtiyekî din ji Peyamnêrê Herana ê ragihandiye ku, 17 kesên hatine bidarvekirin girtiyên ji Girtîgeha Qizilhisar in û 5 kesên din jî, ji girtîgehên din in û kesekî ji wan kesan berî ku bên bidarvekirin hevdîtin ligel xizmên xwe nekirine.

Li gorî çavkaniyeke din di  2’ê Tîrmehê de ji ber sedema bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber 2 kesên din jî hatine bidarvekirin.

Her wiha di 3’ê Tîrmehê de 4 kesên din jî li Girtîgeha Reca ya bajarê Kecer hatine bidarvekirin.

Navên kesên ku hatine bidarvekirin wiha ne.

Mihemed Ceferî, Elî Yadgarî, Kerîm Tarac û navê kesê din nehatiye zanîn.

Çavkaniyên nûçeyên fermî yên Îranê heya niha bidarvekirana van 27 kesan piştrast nekiriye. Lê roja 2’ê Tîrmehê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê Serdar Elî, bidarvekirina 2 kesên li Xuremabadê piştrast kiribû.

Hêjayî gotinê ye piştî Hesen Rohanî hatiyue ser kar û şûnde cezayê bidarvekirinê li seranserê welat zêde bûye. Ev jî dibe sedem ku fikarên Mafê Mirovan û Rêxistinên Navneteweyî zêde bibin.