Li Îranê 14 parêzvanên sînor hatin kuştin
Li Îranê 14 parêzvanên sînor hatin kuştin
Li Îranê 14 parêzvanên sînor hatin kuştin
Li herêma Sistan-Belucistan ya ku dibe sînorê Îran û Pakîstanê di şerên rûdan de 14 parêzvanên sînor yên Îranê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî Îrnayê li herêma Saravan ya Sistan Belucistanê de pevçûnên ku rûdan de 14 parêzvanên sînor hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li gorî nûça ajansê nehat zanîn ka pevçûn li gel “çeteyane” yan komên “serhildêr” yên li dijî Komara Îslamiya Îranê ne.
Ajansê diyar kir ku pevçûn li herêmekî bi dar rûdane û diyar kir ku ev herêm cihekî ku “bazirganên tiryakê” û komên çekdar bikartîne ye.
Eyaleta Sistan-Belucistan ku dikeve sînorê Îran û Pakistanê zêdetirê xwe kême netewa Sûnî lê dijî, di salên dawî de bi teybetî rêxistina Cundullah ( leşkerên Xûdê) gelek çalekî lê pêk anîne.
Ev herêm di heman demê de weke navendekî trafîka tiryakê jî tê de bi karanîn. Tiryaka ku li Efxanîstanê tê hilberîn beşek mezin dibin Ewropa û welatên Ereban.