Li Îngilîstanê bi sedan zarokên penaber girtî ne
Li Îngilîstanê bi sedan zarokên penaber girtî ne
Li Îngilîstanê bi sedan zarokên penaber girtî ne
Li Îngilîstanê li gel îdîayên morataryûm ên hikûmetê jî, hîn bi sedan zarokên xiwazin bibin penaberê Îngilîstanê, li navendên komkirinê tên ragirtin.
Li gorî îstatîstika Wezareta Karên Hundur a Îngilîstanê, ji sala 2010’an û şûnde 444 zarokên penaber li navendên zarokan têne ragirtin.
Jimara zarokên di van navendan de têne ragirtin di sala 2011’an de 127 bûn, li gorî sala 2012’an ev jimar gihişt 242 zarokan. Îstatîstîka mijara gotinê ya piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron ku îdia kiribû wana dev ji vê siyaseta xwe ya zarokên penaber di navendên komkirinê de ragirtin berdane, hate weşandin.
Raya giştî ya Îngilîstanê nerazîbûnek tund nîşanî hikumetê dabû, ji ber vê siyaseta wana ya ku, zarokan li cihên kesên temen mezin radigirin.
Dîrektorê saziya binavê komeleya zarokên Ingilîz Matthew Reed diyar kir ku, di van navendan de zarok hem di aliyê zîhnî hem jî di aliyê fîzîkî de rastî pirsgirêkên mezin tên û ziyanekî mezin li ser tendirustiya wan dike.