Li Îngilîstan û Fransayê bahoza herî dijwar a deh salên dawî
Li Îngilîstan û Fransayê bahoza herî dijwar a deh salên dawî
Li Îngilîstan û Fransayê bahoza herî dijwar a deh salên dawî
Rojavayê Îngilîstanê û Fransa di bin bandora bahoza herî dijwar ya deh salên dawî de ye. Li Îngilîstanê zarokekî 14 salî winda bû û 10 hezar kes jî şevê din bê ceyran bûn.
Ji ber bahoza bi leza saetê 133 kîlometreyî, rayedar hişyariya lehiyê didin.
Saziya diyarkirina rewşa hewa a Înlisitanê Met Office hişariya ku wê ji ber tundiya herikîna bahoza zêde dar derbikevin, avahî zerarên mezin bibînin, ceyran qut bibe û di hatin û çûnê de pirsgirêk derbikevin, da. Bi bahozê re barîna dijwar jî destpê kir.
Met Officê hişariya bahoz û baranên ku îro li welatên Îngîlîstanê û Galler bi leza di saetê de di navbera 100 û 130 de çêbibe kirin. Ji bo başûrê welêt jî hişariya amadekariyan hate dayin. Ji gel hat xwestin ku serê sibê ji malên xwe dernekevin û negerin.
Di dema ku bahozê destpê kir de li peravên Sussex yên nêzî Îngilîstanê de zarokek 14 salî kete ber pêlên avê.
Du bi şev gelek şîrketên maşînên veguhestina giştî daxuyaniya ku wê îro kar nekin, dan. Li balafirgehên Londonê jî pirsgirêkên hatin û çûnê çêbûn.