Li Încîrlîk û sinorê Sûriyeyê tevgera leşkerî
Li Încîrlîk û sinorê Sûriyeyê tevgera leşkerî
Li Încîrlîk û sinorê Sûriyeyê tevgera leşkerî
Ji aliyekê ve nîqaşên mudaxelekirina Sûriyeyê didomin, li Încîrlîk û Pirsûsê liv û tevgera hewayî zêde bû. Ji Fermandariya 10’mîn ya Bargeha Tankeran ên Încîrlîkê 3 kargo û 2 balefirên şer ên F-16 rabûn. Hate îdiakirina ku, tank û sîstema parastina fuzeyan li ser girên Murşîtpinar û Alemdagi bicih kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolû ya Tirkiyeyê, ji Fermandariya 10’mîn ya Bargeha Tankeran ya herêma încîrlîk ya navçeya Sariçam ya Edeneyê 3 balefirên kargo û piştî wê jî 2 balefirên şer F-16 rabûne.
Dîsan jî hate diyarkirin ku, li Pirsûsê li ser hinek girên li ser sinor kontrol dikin, wesayîtên leşkerî bicih kirine û hate îdiakirin ku, li derdora girê Alemdagiyê jî tank û sîstema parastina fuzeyan bicih kirine.
Li aliyê idn jî ji 8’mîn Baregeha Jetan ya girêdayî 2’mîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê balefirên firiyan.