Li îmzeya Birêz Ocalan, 1200 TL ceza
Li îmzeya Birêz Ocalan, 1200 TL ceza
Li îmzeya Birêz Ocalan, 1200 TL ceza
Dadgeriya Tirk a ku ji sala 1996'an û vir ve hewldanên Mehmet Yakar ên ji bo hînbûna aqûbeta kurê xwe Orhan Yakar ê li Çewlikê bi salane nabîne, bi sedema ku tevlî kampanya Birêz Ocalan bûye 1.200 TL ceza da Yakar.
Di sala 2005'an de Mehmet Yakar ê 65 salî li navçeya Agirî Bazidê beşdarî kampanya Birêz Ocalan a ji aliyê DTP'ê ve hatibû destpêkiribû.
Yakar ê 65 salî destpêkê ji bo vekişandina îmzeya xwe li gefa jendermeyan rast hat, dûre jî tîmên taybet bi hincetên cûda avêtin ser mala wî.
Tevî ku Dadgeha Bilind gotina "Birêz Ocalan" ji nava sûcan derxist, Serdozgerê Komarê yê Bazidê Erdem Dalkiliç cezayê 1.200 TL yê li Yakar birrî bû, bi faîz jê stend.