Li Hopayê piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê û banga hestiyariyê hat kirin

Endamên ESP’ê li Hopayê qetlîamên li ser Kurdistanê protesto kirin. Aksû yê ESP’yî wiha got: “ Her ku em dibêjin aştî, li me dixin.” Li hember şer banga hestiyarbûnê hat kirin.

Endamên ESP’ê li Hopayê qetlîamên li ser Kurdistanê protesto kirin. Aksû yê ESP’yî wiha got: “ Her ku em dibêjin aştî, li me dixin.” Li hember şer banga hestiyarbûnê hat kirin.

Li Hopayê endamên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), polîtîkayên şer ên li hember Kurdistanê protesto kirin.

Girseya li pêşiya Parqa Hopayê kom bû, pankarta “ Li hember şerê Qesrê wê gel bi ser keve” vekirin. Sosyalîst ber bi Qada Metîn Lokman ve meşiyan. Endamên ESP bi dirûşmên “Mirovatî tê kuştin bê deng nemîne” û “ Bêdeng ne be, eger bêdeng bibin wê dora we jî were” qîr kirin.

Serokê ESP’ê yê navçeyê Yûnûs Aksû diyar kir ku desthilatdariya 13 salan a AKP’ê, ji xwîn, rondikên çavan û mirinê zêdetir tiştekî din naniye. Aksû wiha got: “Her ku me got biratî û aştî li me xistin.”

Yûnûs Aksû da xuyakirin ku yên li hember HES’ ê dengê xwe derxistin eşqiya îlan kirine, yên ku li Pirsûsê û Geziyê hatin qetilkirin, yên ku naxwazin malên xwe biterikînin rastî terora dewleta Tirk tên. Aksû wiha axivî: “Welat di nava bazinê agir de dizivire, AKP dixwaze qirîza xwe bi xwîna welatiyên sivîl paqij bike.” 

Aksû, li hember şer û qetlîaman banga hestiyarbûnê li her kesî kir. Aksû wiha ragihand: “AKP’e gelan dike dijminên hev. Desthilatdariyek di nava nelirêtiyê de mayiye, di poîtikaya ji derve de jî têk çû, gelê Tirkiyeyê dixwaze di nav şer û feqîriyê de bihêle. Em li hember van şer û qetlîamkeran banga hestiyariyê li her kesî dikin.”

...