Li Hollandayê pêşnûme pirsa der barê desteserkirina şaredariyan

Gelek partiyên siyasî û parlamenterên Hollandayî der barê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê pêşnûme pirsek pêşkêş kirin.

Li dijî desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê parlamenterên Hollandayî ketin nava liv û tevgerê. Gelek parlamenter û partiyên siyasî pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kirin.

Ji Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût, Partiya Demokrat a Xiristiyanan, Partiya Reformê ya Civakî, Partiya Keskan, Partiya Karker, Partiya Demokrat û PvdD pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kirin.

Di pêşnûme pirsa hevpar de wiha hate gotin:

Haya we jê heye ku li başûr rojhilatê Tirkiyeyê şaredarên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin careke din ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan tayîn hatin kirin?

Hûn dikarin piştrast bikin ku ji sala 2016'an û vir ve nêzî 100 şaredarên HDP'î li Tirkiyeyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan hatiye tayînkirin? Eger ev ne rast be, hingî rastî çi ye?

- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku dûrxistina ji wezîfeyê ya nûnerên mirovan êrîşeke tund e ku li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Hûn jî tevlî vê nêrînê dibin? Gelo mafên siyasî tên binpêkirin?

- Hûn amade ne ku girtina nûnerên gel ên hilbijartî bi rengekî eşkere şermezar bikin? Eger na, çima?

- Hollanda û Yekîtiya Ewropa ji bo hurmetê nîşanî pîvanên demokratîk bidin di nava hewldaneke çawa de ne?

- Pêkanîna van kiryarên antî-demokratîk wê di têkiliya bi Tirkiyeyê re encamên bi çi rengî biafirîne?

BIRYARA ÇALAKIYA HEVPAR

Wekî din gelek sazî û rêxistinên li Hollandayê biryar wergirtin ku li dijî desteserkiain îrade û demokrasiyê çalakiya hevpar pêk bînin.

Çalakî wê Şemiyê saet 15:00 li meydana Dam a li Amsterdamê pêk were. Çalakî ji aliyê HDP Hollanda, ODP Hollanda, DEM-NED, HTÎF, HTÎB, DÎDF, HAKDER, VEKSAV, ADHK û EMCEMO ku rêxistineke Berberiyên Fasî ye tê birêxistinkirin.