Li Hindistanê li dijî tecawizkirinê protestoya girseyî!

Li Hindistanê li dijî tecawizkirinê protestoya girseyî!

Li paytextê Hindistanê Delhiya Nû bi tevlîbûna bi dehan hezar jinan prostestoyên girseyî tên li dar xistin. Jina ciwan a ku di otobusê de ji aliyê 6 kesan ve hate tecawizkirin û piştre hate birîndarkirin li tevahiya welêt bû sedema nerazîbûnê. Jinên Hindî ji hikûmetê daxwaza dijwarkirina qanûnan ên li dijî şiddeta zayendî dikin.

Beriya derdora 10 rojan jina ciwan a 23 salî li Hindistanê di otobusekê de li rastî tecawiza bi komî û êrîşa fîzîkî hatibû. Tê payin ku cenazeyê wê bînin Hindisanê.

Roja yekşema borî xwendekarek jin ji bo ew û hevalê xwe biçin sînemayê li otobusekê siwar bûn. 6 kesên ku di otobusê de bûn bi hesinan li hevalê wê xisitn û piştre wê tecawiz kiribûn. Piştî bûyerê 4 kesên tecawizkar roja duşemê hatin girtin. Jina ciwan şevê din di nexweşxaneyeke taybet a Singanpûrê de, jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistanê ji bo kesên tecawizkar herî zêde 10 sal cezayê girtîgehê digirin. Lê di vê bûyerê de cezayê mirinê tê xwestin. Her wiha, vê bûyerê xemsariya çapemeniyê ya li hemberî bûyerên tecawizê jî anî rojevê. Bûyer hate rojeva parlementoyê û muxalîfan daxwaz kirin ku cezayê mirinê li tecawizkaran bê birîn. Li gorî daneyên fermî bûyerên tecawizê li Hindistanê di navbera 1990-2008 de du qat zêde bûne.

Serokwezîr Manmohan Singh ji bo aş bibin bang li jinan kir, herwiha mudurê emnîyetê jî ji bo danekevin kolanan gelek caran jinan hişyar kir. Lê belê îro bi hezaran jin daketin kolanan û bûyera tecawizê protesto kirin.

Jin li bir avahiya Mala Çavdêriyê ya Jantar Mantar ku li vê herêmê qedexe ye ku xwepêşandan werin li dar xistin, hatin cem hev. Jinên ku hejmara wan 4 hezaran zêdetir bûn, bi pankartên xwe nerezîbûna xwe nîşan dan.

Koma girseyî di nava kolanên bajêr de bêdeng meşiyan. Poonam Kaushik ku yek ji jinên tevlî protestoyê bibû hikûmetê suçdar kir û wiha axivî: "Ji ber ku hikûmet ewlekariya jinan wernegirt, ev bûyer qewimî."

Yek ji pankartê balkêş ên jinan ev bûn; "Em sersaxiyê naxwazin. Bila hikûmet ji bo pêşîgirtina destavêtina jinan tedbîrên wergire." Herwiha serokê Delhiya Nû Sheila Dikshit ku xwest tevlî meşê bibe û biaxive, ji aliyê jinan ve hate protesto kirin.

Li gorî agahiyên fermî li Hindistanê sala borî 256 hezar û 329 bûyerên şiddetê qewimîn. Ji van 229 hezar li dijî jinan bû. Herwiha piraniya jinên mexdûr giliyên xwe nekirine û ji bo vê jî tê gotin ku hejmara rastî 4 qetê vê ye.