Li Hîndîstanê heyeta Kurd li pêwendiyeke mezin rast hat
Li Hîndîstanê heyeta Kurd li pêwendiyeke mezin rast hat
Li Hîndîstanê heyeta Kurd li pêwendiyeke mezin rast hat
Heyeta BDP'ê ya ji 10'ê Tebaxê û vir ve li Hîndîstanê danûstandinan dike, li pêwendiyeke mezin rast hat. Nivîskara navdar a Hîndû Sûzanna Arûndhatî Roy, mora xwe avêt binê kampanya azadî ji Ocalan re. Her weha bi hevserokatiya Prof. Ajay Mahurkar û Prof. Dolly Mathew "Koma Dostaniya Hîndîstan-Kurd" hat avakirin.
Heyeta ji sê kesan a BDP'ê ya bi pêşengiya nûnerê BDP'ê yê Ewropayê Fayik Yagizay, ji 10'ê Tebaxê û vir ve li paytexta Hîndîstan Delhiya Nû hevdîtinan dike. Heyet bi derdorên unîversîteyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên ramanê re hat cem hev.
Yagizay der barê hevdîtinên xwe de agahî da ANF'ê û diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe bi giranî têkoşîna zadiyê ya Kurd, rwşa Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriya demokratîk nirxandine. Yagizay got, "Bi taybetî li ser êrîşên dij mirovane yên li hemberî gelê me yê li Rojava hat rawestîn."
Piraniya beşdarên hevdîtinê, mora xwe avêtin binê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî.
Heyeta Kurd li Zanîngeha Delhî, Zanîngeha VekirÎ ya Indra Gandî û Zanîngeha Jawarharlal Nehrû, hem ji xwendekar û hem jî ji hîndekar û profesoran re semîner hatin dayîn. Di danûstandinên xwe yên li paytextê de, bi saziyên ramanê yên mîna Navenda Analîzê ya Polîtîk, Navenda Pêşxistina Hevkariya Pasîfîk Başûrê Asya, Navenda Xebatên Rojavayê Asya, hevdîtin hatin kirin.
Li Navenda Analîzê ya Polîtîk, ji komeke 30 kesan ku ji akademîsyen, wêjevan, nivîskar, rojnamevan, aktîvîst û nûnerên partiyên siyasî re semîner hat dayîn.
Heyeta Kurd li Zanîngeha Delhiya Nû di beşa zanyariya siyasî de ji 50 xwendekaran re semîner da û di semînera li Zanîngeha Jawaharlal Nehrû jî bi beşdariya 30 xwendekaran pêk hat. Li heman zanîngehê bi Prof. Dr. Girijesh Pant û gelek profesor û hîndekarên li heman beşê dixebitin re hevdîtin hatin kirin.
Heyeta BDP'ê li Zanîngeha Vekirî ya Indra Gandî ku xwedî 3,5 milyon xwendekaran re 6 saetan semîner da û ev semîner wê di kanala televîzyonê ya zanîngehê de ku li gelemperiya welêt weşanê dike, bê weşandin. Heyetê di çarçoveya danûstandinên xwe yên li zanîngehê de bi Serokê Beşa Zanyariyên Siyasî Prof. Darwish Gopal û alîkarê rektorê zanîngehê Prof. M. Aslam re hevdîtin kir.
ARUNDHATI ROY JI OCALAN RE AZADÎ XWEST
Di nava kesên ku heyeta BDP'ê pê re hevdîtin kir, nivîskara li cîhanê navdar Arundhatî Roy jî hebû. Roj îmzeya xwe avêt binê kampanya ji Ocalan re azadî. Roy ku weke çalakvana dijbera şer tê naskirin bi pirtûka xwe ya bi navê The God Of Small Things (Xwedayê Tiştên Biçûk) di sala 1987'an de hêjayî xelata Booker a wêjeyî ya Îngilîstanê hatibû. Roy bi vî rengî bû yekemîn jina Hîndû ku hêjayî vê xelatê hat dîtin.
Yagizay bi Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Hîndîstanê Sudhakar Reddy, serketerê têkiliyên derve yê partiyê Pallab, endamê Komîteya navendî û Parlamentê Sîtaram Yechury re hevdîtin kir. Rayedarên Partiya Komunîst, ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin.
KOMA DOSTANIYA HÎNDÎSTAN-KURD AVA BÛ
Di encama danûstandinan de bi hevserokatiya Prof. Ajay Mahurkar û Prof. Dolly Mathew "Koma Dostaniya Hîndîstan-Kurd" hat avakirin. Hevdîtinên heyeta BDP'ê her weha ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve jî bi baldarî hat şopandin.