Li Hîndistanê di wehşeta tecawiza komî de du kes hatin girtin
Li Hîndistanê di wehşeta tecawiza komî de du kes hatin girtin
Li Hîndistanê di wehşeta tecawiza komî de du kes hatin girtin
Li bajarê Bombay a Hîndistanê jinek wênekêş rastî tecawiza 5 kesî hat û du kes jê hatin girtin.
Wezareta Karê Hundir ya Eyaletea Maharashra, diyar kir ku her sê kesên din jî tespît kirine û got: “Wêne, nav û navnîşan di destê me de ye. Polîs dê wan demek nêz de bigire.”
Jina 22 salî ya wênekêşiyê dike roja Pêncşemê li Bombay bi hevserê xwe re avahiya fabrîkaya pembû ya vala digeriya û wêne dikişand. Li wir rastî êrîşa 5 kesan hat û hevserê wê girêda. Piştre jina ciwan rastî tecawiza wan hat.
Vê bûyerê, bûyera sala borî ya meha qanûnî li Yenî Delî pêk hatibû bibîr xist. Sala borî xwendekara 23 salî rastî tecawiza 5 kesan hatibû û piştre avêtibûn. Li hevalê vê jinê xistibûn û jina ciwan li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li welat û cîhanê vê bûyerê deng da û hikûmeta Hîndistanê neçar ma qanûnên cezayê biguhere. Li Hîndistanê ji her 20 deqeyê carekê jinek rastî tecawizê tê. Li gorî hejmarên fermî sala borî 256 hezar û 329 bûyerên şîdetê pêk hatin. Ji vana 229 heb li dijî jinan bûn.