Li Hezoyê şahiya piştevaniyê ya bo Rojava

Li Hezoyê şahiya piştevaniyê ya bo Rojava

BDP’a Hezoyê ji bo silavkirina 'Şoreşa Rojava' şahî lidarxist. Parlamentera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî êrîşên El Nusrayê bêdeng nemînin.

Li navçeya Hezoya Êlihê ji aliyê BDP'ê, ji bo piştgiriya Rojava û silavkirina 'Şoreşa Rojava' şahî hat lidarxistin. Şahî li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin. Bi sedan kes û her wiha parlamentera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, endamê Meclisa BDP’ê Nezîr Gulcan, Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, serokê navçeya BDP’a Hezoyê Mehmet Altan, Şaredarê Hezoyê Raşît Haşimî, serokê bajeroka Şaredariya Bekirhanê Selahattîn Bulat û gelek nûnerên saziyên sivîl cihê xwe girtin. Li cihê ku şahî hat lidarxistin pankartê ku li serê ‘Em berxwedana Şoreşa Rojava silav dikin’ dinivîsî hat daliqandin. Her wiha li qada şahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yek ji pêşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd), alên PKK û KCK’ê û wêneyên endamên HPG'ê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina destpêkirinê ji aliyê serokê BDP’a navçeya Hezo ya Êlihê Mehmet Altan ve hat kirin. Altan diyar kir ku ew şahiya ku lidarxistine bo piştgiriya gelê Rojava bûye û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava.

‘DIVÊ GEL BIBE YEK'

Piştî Altan Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay axivî û diyar kir ku ev nêzî salekî ye ku gelê Rojava li hemberî çeteyên wek El Nusra li ber xwe dide û wiha got: “Ez şoreşa gel silav dikim û diyar dikim ku em ê her tim piştgiriyê bidin gelê xwe yê li Rojava û em ê her tim li cem wan bin.” Piştî Atalay ji Navenda Çandê ya Bahar Hozan Maruf derket ser dikê û stran got. Parlamenter Ayla Akat jî di şahiyê de axivî. Akat diyar kir ku ew çeteyên ku êrîş dibin ser gelê Rojava bi tund şermezar dikin û wiha got: “Li hemberî dewletên mêtinger yên ku ji bo gelê me yê Rojava bûne yek û dixwazin Şoreşa Rojava xira bikin re divê gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilat bibe yek hêzeke li hemberî van dewletan. Divê gelê me li hemberî çeteyan bibe yek berxwedan, yek serhildan û yek soz.”

PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ Û AKP

Parlamenter Ata bal kişand ser pêvajoya Çareaseriya Rizgariya Demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Ger ku van pirsgirêkan çareser nebe aştî jî pêk nayê. Em li Tirkiyeyê hemû gelan ji bo aştî û azadiyê bixebitin. Lê beriya her tiştî divê hikûmeta AKP’ê gavan biavêje. Piştî biryara partiya me ku kampanyaya ‘Hikûmet gav biavêje’ destpêkir ev sê mehe ku em li benda gav avêtina hikûmeta AKP’ê ne. Hikûmet heta niha der barê pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de tu fikreke xwe negotiye. Em daxuyaniyên der barê ziman de ya ku serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan gotibû qebûl nakin. Divê gelê me ji bo çareseriyê û azadiyê hêj bêtir derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”

Ata der barê mîtînga 29’ê tebaxê ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve li Êlihê tê lidarxistin de banga tevlibûnê li gel kir. Piştî axaftinan hunermend Bulent Turan derket ser dikê û heta derengiyê şevê bi stranên xwe gel coşand. Her wiha bi pêşengiya DOKH'ê ve dê bi şîara ‘Berxwedana Rojava berxwedana me ye’ di 29’ê tebaxê de li Êlihê mîtîng lidarbixe û ji bo mîtîngê jî ji niha ve li gelek tax û kolanan civînên gel hat lidarxistin û bo tevlibûnê bang li gel hat kirin.