Li Hewlêrê 30 partî û rêxistin ji bo alikariya Rojava kom bun
Li Hewlêrê 30 partî û rêxistin ji bo alikariya Rojava kom bun
Li Hewlêrê 30 partî û rêxistin ji bo alikariya Rojava kom bun
Li Hewlêrê bi beşdarbûna 30 partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji bo kampanya komkirina alikariya Rojavayê Kurdistanê civînek hat li darxistin. Di civînê de nav, dem, deste û cihê kampanya komkirina alikariyê hat diyar kirin.
Li Hewlêrê bi boneya diyarkirina dem, cih, nav û desteyarê veber ya kampanya alikariya Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê bi beşdariya 30 partî û rêxistinên civaka sivîl ku partiyên wek PDK, YNK, Goran, PÇDK, Yekgirto, Zehmetkşean, Şûî, Ayende û gelek partiyên din jî têde amade bûn civînek hat li darxistin. Navê kampanyê wek ‘Desteya Alikariya Bajarê Hewlêr ji bo Rojavayê Kurdistan', dema destpêkirina kampanyê roja şemiyê li dû navendên kû wê werin eşkerekirin alikarî wê were komkirin. Ji bo kampanya alikariya Rojavaya ya bajarê Hewlêrê dû deste hatin hilbijartin; ‘Desteyabilind a alikariya Rojava ya bajarê Hewêr’ ku divê desteyê de wê nûnerên hemû partî û rêxistinan têde cih bigrin, ya dûwemîn jî ‘Desteyarêveber ya kampanya alikariya Rojava ya bajarê Hewlêr’e. Ev desteya rêvebir ji 13 kesan pêk tê û erke vê desteye jî ewe ku di pêvajoya komkirina alikariyê de li gorî bernameya ku wê were danîn kampanyê birêve bibin.
Endamê kampanya alikariyê Elî Mehmûd der barê encamên civînê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êdî amadekariyên desteya alikariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê bi dawî bûne û ewê êdî derbazîpên gava komkirina alikariyê bibin. Mehmûd diyar kir kû pêwîste hemû gele Hewlêr û derdorê wê alikariya bidin vê kampanyê û ji bo gele Rojavayê Kurdistanê hinekê eleqe nişan bikin. Endamê Partiya Ayendey Kurdistan Aware Mamoso Dizeyî jî der barêvê civînê de diyar kir ku hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê divê civînê de amadebûn û gelek keyfxweşin ku ji bo gele xweyê Rojavayê Kurdistanê gihiştine biryarek zelal û dest bikomkirina alikarî ji bo gele Rojavayê Kurdistanê dikin.