Li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran 6 sal ceza hate birîn
Li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Amedê hate darizandin.
Di rûniştina biryardanê de ya li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Haran hate birîn.
Haran tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bû.
Karên Haran ên li nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa weke sûc hate nîşandan.