Li Hesekê 6 gerîlla hatin bîranîn
Li Hesekê 6 gerîlla hatin bîranîn
Li Hesekê 6 gerîlla hatin bîranîn
Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê "Saziya Malabatên Şehîdan" merasîma bîranîna 6 gerillayên ku di meha çile, di salên cûda de, di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de, jiyana xwe jidest dabûn, lidarxist. Di merasîmê de 6 gerîllayên ku hatin bibîranîn ev bûn: Perwîn Şêxmûs, Îsa Mamo, Berzan Fatimê, Malik Xabûrî, Tureya Hesarî û Nasir Hesen.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Sedo axivî û dazanîn ku destkeftiyên ku îro gelê Kurd bi destxistiye li ser mîrasê xebata şehîdan hatiye avakirin.
Piştre cîgirê Serokê Meclisa Gel a bajarê Hesekê Hejar Mehmûd axivî û vê peyamê da: "Gelê Kurd niha li ser esasê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ku dibêje; 'Em ji dana xwînê natirsin, lê em ji nedana xwînê ditirsin'' xebatên xwe dimeşînin. Di dîroka gelan de gelê ku xwîn dane biserketine."
Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd komploya navnetewî ya li dijî rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan hatibû lidarxistin şermezar kir û bal kişand ku Ocalan ne wek kes e lê ew fikr û baweriye.
Piştî Mehmûd Endama Yekîtiya Star Şeha Sîno axivî û dazanîn ku keda herî bi nirx a şehîdane û bi keda wan gelê Kurd bi azadî diaxivin. Li ser navê PYD'ê jî Rakan Xelef axivî û diyar kir ku ewê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin. Piştî ku axaftin bi dawî bû belgeyên 6 gerîlayan teslîmî malbatan hate kirin.