Li Herneyê damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Herneyê damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

35’emîn salvgera PKK’ê li bajarê Herne a Almanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan li ser stranan govend gerand.

Damezrandina PKK’ê ji aliyê kurdên Essen, Gelsenkîrchen û Herne ve hat pîrozkirin. Bi sedan kurd li salona ku pîrozbahî pêk hat civiyan. Posterên Ocalan, pêşengên PKK û alên KCK, PKK û PYD’ê hatin daliqandin.  Di salonê de dirûşme hatin berzkirin.

PKK ŞOREŞ PÊK ANIYE

Ji koma duyemîn a aştiyê ku di sala 1999’an de hatin Tirkiyeê Haci Çelîk diyar kir ku PKK di dîroka kurdan de şoreşek nû ye. Çelîk got PKK di dîroka xwe ya 35 salan de geşedanên cidî xistiye dîroka kurdan.  PKK bi dehezaran şehîdên xwe şoreş ava kiriye. Bedelên mezin daye û hatiye vê rojê. Kurdan di dîroka xwe de tu carî evqas xwe birêxistin nekiribû û nêzî azadiyê nebibû. Belê ger îro em li vir bin, ev şoreşeke.

Kurd divê ji her demê zêdetir xwedî li qezencên xwe derkevin. Gelê kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.

XWEDÎDERKETINA PKK XWEDÎDERKETINA LI ROJAVAYE

Li ser navê KNK’ê Maşallah Ozturk jî axivî û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye mînak nîşan da. Ozturk got: “Di encama qezencên 35 salan ya PKK’ê de îro li Rojava şoreşek pêk tê. Her çiqas hîmê PKK’ê li Enqereyê hatibe avêtin jî, li Rojava mezin bûye pêşve çûye. Îro qezencên li Rojava hatine bidesxistin, li ser hîmê ku Ocalan avêtiye pêşde diçe. Xwedîderketina li PKK, xwedîderketina li Rojavaye.

Hunermend Hozan Şemdîn, Hozan Canê, Koma Hezex derketin ser dîkê û ciwanan heta derengiya şevê govend gerand.