Li her sê eniyên Kobanê pevçûn dewam dikin
Li her sê eniyên Kobanê pevçûn dewam dikin
Li her sê eniyên Kobanê pevçûn dewam dikin
Li Kobanê ji duh bi şev û vir ve li eniyên rojhilat, başûr û rojava pevçûn dewam dikin. Hêzên YPG'ê pênc wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê îmha kirin û bi dehan çete di encama van çalakiyan de hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 45. de dewam dikin. Li eniyên rojhilat û başûrê bajêr, pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên YPG'ê pênc wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê îmha kirin. Li gorî agahiyan, bi dehan çete hatine kuştin.
Nûçegihanên ANHA yên li Kobanêdan xuyakirin ku li eniya rojava ya Kobanê, li derdora gundê Menazê hêzên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistine û di encamê de 2 wesayîtên çeteyan bi çeteyên tê de hatine îmhakirin.
Hat ragihandin ku li eniya rojava li Girê Îzea (Radyo) jî, hêzên YPG'ê çalakiyek lidar xistin û li vir wesayîteke çeteyan hatiye îmhakirin.
Li gundê Helincê yê li eniya rojhilat jî, hêzên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya li vir de wesayîteke çeteyan a leşkerî hat rûxandin û 4 çeteyên tê de hatin kuştin.
LI HERÊMA KANIYA KURDAN PEVÇÛNÊN DIJWAR
Li herêma Kaniya Kurdan a li eniya rojhilat, ku ji duh bi şev û vir ve pevçûnên dijwar lê diqewimin, li gorî agahiyan gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Li kolana şaredariyê jî, ku ji duh bi şev û vir ve şer lê giran e, şervanên YPG'ê wesayîteke çeteyan bi çeteyên tê de îmha kirin.
Li eniya başûr jî, di pevçûnên dijwar de tê gotin ku hejmareke zêde çete hatine kuştin.
Pevçûnên li her sê eniyan bi dijwarî dewam dikin. Bi taybetî şer li eniya rojhilat giran e.