Li her dera Ewrûpayê çalakî hene
Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Bakurê Sûriyeyê bi çalakiyên cihê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Bakurê Sûriyeyê bi çalakiyên cihê protesto kirin.
Li bajarê Lefkoşa yê Kibrisê bi dehan kes hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê prostesto kirin.
Kurd di destê sibehê de li pêşiya Wezareta Karê Hundir kom bûn û dest bi meşê kirin. Berê heta nûnertiya Parlementoya Ewrûpayê û piştre jî heta Sefaretxaneya DYA’yê meşiyan.
Girseyê li pêşiya sefaretxaneya DYA û Rûsyayê çalakî li dar xistin û sloganên ‘Erdoganê dîktator’ û ‘Pûtînê dîktator’ berz kirin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî ciwanên Kurd û antîfaşîstên Elman, çalakiya faşîstên Tirk asteng kirin. Ciwanan li dijî çalakiya faşîstên Tirk çalakiyek li dar xistin û bi sloganan faşîzma Tirkiyeyê protesto kirin.
Piştî ku faşîstên Tirk belav bûn, ciwan bi sloganan heta Haûptwacheyê meşiyan.
BREMEN
Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, çalakiya bi kon a ji bo 3 rojan dan destpêkirin.
Di çalakiyê de belavok tên belavkirin û agahdarî tên kirin.
Meclîsa Jinên Kurd a Bremenê jî îro li pêşiya parlementoya eyaletê çalakiyê li dar dixe. Di çalakiyê de ew ê dosye pêşkêşî partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî were kirin.
MOSKOWA
Li Moskowayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi mîtîngekê protesto kirin.
Di çalakiyê de alayên YPG, YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ hate berzkirin.
KOPENHAG
Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye çalakiyên Kurdistaniyan didome. Îro jî li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Girse li qada îstasyonê hatin ba hev û heta sefaretxaneya Tirkiyeyê meşiyan û li vê derê mîtîngek li dar xistin.
CARDÎFF
Li Cardîffê ya ku bajarê Gallerê ye, Kurdan li pêşiya BBC’yê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de piştgiriya berxwedana Efrînê hate kirin û pesendkirina hikumeta Îngîlîz a ku destûrê dide polîtîkayên êrîşkar ên AKP’ê hatin protestokirin.