Li hemberî TGB û ÎP operasyon: 20 kes hatin binçavkirin

Li hemberî TGB û ÎP operasyon: 20 kes hatin binçavkirin

Di doza Ergenekonê de ku di 5’ê tebaxê roja duşemê de biryar tê aşkerakirin, li Stenbol û Enqereyê li hemberî nûnerên TGB, ÎP û Kanala Netewî serdegirtin pêk hatin û 20 kes hatin binçavkirin.

Beriya danişîna doza biryarê ya Ergenekonê ku dê roja duşemê li Enqere û Stenbolê bê dîtin, li hemberî Yekiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB), Partiya Karkeran û nûnerên Kanala Netewî di saetên sibê de operasyon pêk hat.

Hat hînbûn ku serokê giştî yê TGB Çagdaş Cenzgîz jî di nav de 20 kes hatine binçakvirin.Hate diyar kirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde be.