Li hemberî Hîzbûllahiyan tiştek nehat kirin!

Li hemberî Hîzbûllahiyan tiştek nehat kirin!

Li hemberî Hîzbûllahî û polîsên di dema çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê ya li Amedê de gule li gel reşandin, mirov kuştin û birîndar kirin de, heta niha tiştek nehatiye kirin. Lê belê pêla girtin û binçavkirina beşdariyên çalakiyan dewam dike.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Gumuştaş, ji bo hîn bibe ku der heqê kesên di 7'ê Cotmehê de êrîşî 3 muwekîlên wan kirine û bi çekê ew birîndar kirine de tiştekî qanûnî hatiye kirin yan na, bi dozgerên li Amedê Sefa Sûna û Alpaslan Yanikoglû re hevdîtin kir. Parêzer Gumuştaş her wiha bi Wekîlê Serdozgerê Komarê re jî axivî û xwest der heqê lêpirsînê de agahiyan bistîne. Ji Gumuştaş re bersiva "Hînê ti muameleyek nehatiye kirin."

Dozger Sefa Sûna yê lêpirsînê dimeşîne got, "Me heta niha bi tenê lêpirsîna çalakgeran meşandin. Me li ti bûyerên birîndarkirin yan jî kuştinê nenihêrî."

DI SERVÎSA LEZGÎN DE ŞOPA TILÎ HAT GIRTIN

Parêzer Ozlem Gumuştaş diyar kir ku muwekîla wê Sevda Çagdaş a bi çekê ji sînga xwe bi giranî birîndar bû, dema di servîsa lezgîn de bû polîs hatine nexweşxaneyê û bi gotina "Fermana dozgeriyê heye" şopa tiliya wê girtine. Parêzer Gumuştaş da xuyakirin ku polîsan hewl dane îfadeyê bigirin û wiha axivî: "Polîsên hatin wê nexweşxaneyê dibêjin lêpirsîn hatiye vekirin. Lê belê tiştên ku em heta roja îro ji Serdozger û dozgerên buroya terorê hîn bûne, di mijara kuştin û birîndarkirinê de ti lêpirsîn nehatiye vekirin, heta roja îro di vê der barê de tiştek nehatiye kirin. Dozger bi tenê li hemberî berxwedêrên di çalakiyan de hatine binçavkirin, ketine nava hewldanan. Dozgeran berê me dan Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê û gotine 'Eger ewraq hebe li wir hene'."

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Di êvara 7'ê Cotmehê roja Sêşemê saet di 20:30 de, Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Sevda Çagdaş, Serokê Rêxisina ESP'ê ya Amedê Soner Çîçek, endamê ESP'ê Cîhan Karaçol û Endamê Desteya Rêvebe a Şaxê Amedê ya Egîtîm-Senê Erkan Keskîn rastî êrîşa çekdarî hatibûn. Çagdaş ji pişt û sînga xwe, Cîhan Karaçol ji milê xwe yê rastê, Erkan Keskîn ji zik û lingê xwe yê rastê bi guleyan birîndar bûbûn, Çîçek jî bêyî birîndar bibe ji êrîşê filitî bû.

Li Amedê, di êrîşên polîs û Hîzbûllahiyan ên li hemberî çalakiyên Kobanê de 12 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.