Parêzer Huseyîn Bogatekîn, li hember daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn a “Çalakiya şewitandina otobusa ÎETT a Serap Eser têde jiyana xwe ji dest da, istixbaratvanan kir” ku biryara neşopandinê hat dayîn îtîraz kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê giliyê ji bo daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn a “Çalakiya şewitandina otobusa ÎETT a Serap Eser têde jiyana xwe ji dest da, istixbaratvanan kir” biryara neşopandinê da. Parezerê OHD'yî Huseyîn Bogatekîn, li hember biryarê îtîraz kir.
8’ê Mijdara 2009’an li Kuçukçekmece ya Stenbolê ji ber otobûsa ÎETT rastî êrîşa bi molotofkokteyl hat, xwendekara lîseyê ya 17 salî Serap Eser jiyana xwe ji dest da.
Di lêpirsîna piştî bûyerê de O.B., R.S., M.D. û O.K. ên ji 18 salî biçûktir hatin darizandin. Her yek rastî 25 sal û 2 mehan cezayê girtîgehê hatin.
Salman Akpinar û Hamît Aksan ên temenê wan ji 18 salî zêdetir, ji heman dozê du caran cezayê muebbeta girankirî li wan hat birîn.
WEZÎRÊ BERÊ: MÎT KIR
Wezîrê Karên Hundir ê berê û Serokê Giştî yê Partiya MÎLAD Îdrîs Naîm Şahîn 20’ê Çileya 2015’an di roportajeke xwe de gotibû bûyer ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatiye kirin.
Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)’ê Parêzer Huseyîn Bogatekîn, piştî daxuyaniyên Şahîn gilî kiribû. Parêzer Bogatekîn xwestibû muwekkîlên wî bên berdan û lêpirsîn bê berfirehkirin.
Lê belê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê gilî de biryara neşopandinê da.
Parêzer Bogatekîn, li hember biryara neşopandinê serî li Dadgeriya Sulh Ceza ya Stenbolê da.
Bogatekîn got, "Di vê mijarê de wê lêgerîna me ya edaletê bi israr û biryar dewam bike.”