Li Helsinkiyê li ser ciwanan panelek hate li dar xistin
Li Helsinkiyê li ser ciwanan panelek hate li dar xistin
Li Helsinkiyê li ser ciwanan panelek hate li dar xistin
Li paytextê Finlandiya Helsinkiyê Rewanda Kurdî a Finland panêlek li dar xist. Di panêlê de pirskirêkên ciwanên Kurd hate nîqaş kirin. Pirskirêkên derûnî yên ciwanên ku ji ber şer neçar mane ji Kurdistanê derkevin mijara sereke ya panêlê bû.
Di panêla ku bi zimanê Fînî û Kurdî hate li dar xistin nûnerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî tevlî bûn. PJAK'ê daxuyakirin ku rola perwerde u xweperwerdekirin ji bo ciwanên Kurd pir girîng e û herwisa divê ciwanên Kurd ji tehigîştina xwe ya ser kultura kurdî pêşbixin û bibin xwedî nasnamekî bi hêz.
Mêvanê panêlê tima tenduristî ya koçbera ku girêdahî şaredariya Helsinkiyê ye li ser nexweşyên derûnî ango pskolojîk agahî dan. Timê diyar kir ku nexweşiyên derûnû carna weke serêşî, bêxewî û ev kes nikarin jiyane xwe bi pilan bikin û nikarin di qursa ferbûna ziman de bi temamî serbikevin.
Yek jî mêvanê panêlê aktivîstê ciwana Şahram Hatemî bû. Derbarê lêkolînên li ser ciwanan Hatemî wiha axivî: "Ciwanên Kurd ên ku li Kurdistanê hatine nikarin urf û adetên ku wir fêrbûne yên nebaş dev jê berdin û bi xwe re tînîn li welatên ku dibin pênaber. Finlandiya naxwaze pirsgirêkên ciwana çareser bike û berovajî wê dixweze ciwan têxe nava pirsgirêkan."