BI DÎMEN

Li Helsinkiyê çalakiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Bi boneya 2'yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê li navenda Helsînkiyê çalakî hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê yê Îranê ve û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê li navenda Helsînkî çalakî hat lidarxistin.

Çalakiya hevbeş ji aliyê rêxistinên cuda ên weke PJAK, Jinên çep, Jinên sosyal demokrat, Komela Yêksanî, Parazvanên aştiyê û Partîya Keskan hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankart û wêneyên şehîdên serhildana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de daxuyanî hatin xwendin û piştgirîya serhildana jinan a li Îranê hat kirin. Koma mûzikê a bi navê Rîtma Berxwedanê jî bi mûzîka xwe tevlî çalakiyê bû.