Li Helebê welatiyên sivîl tên kuştin
Li Helebê welatiyên sivîl tên kuştin
Li Helebê welatiyên sivîl tên kuştin
Hêzên rejîma Sûriyê gelek taxên bajarê Helebê bombebaran kirin û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe dest dan.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar yê opozisyonê de li gelek taxên bajarê Helebê dewam dikin. Di vê navberê de hêzên rejîmê gelek taxên bajêr bombebaran kirin. Hêzên rejîmê taxa Heyderiyê ya Helebê bombebaran kirin û di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û gelek jî birîndar bûn. Taxên Meyser û Meydana Cezmatî jî rastî bombebarana hêzên rejîmê hatin û di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe jidest da û nêzî 10 kesan jî birîndar bûn. Her wiha topeke komên çekdar li taxa Azemiyê ket û hijmarek ji welatiyên taxê birîndar bûn. Li Taxa Bustan Elqesir zarokekî bi guleya segvanekî jiyana xwe jidest da.
Hate hînbûn ku li taxên Bustan Başa, derdora Lîwa 80 ya nêzî balefirgeha Helebê û taxa Lîremûnê pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de dewam dikin.
Herêma Babê a Rojhilatî Helebê jî ji aliyên hêzên rejîmê ve hate bombebaran kirin û di encamê de gelek welatî birîndar bûn.
Herêma gundên Bakurê Helebê jî aliyê hêzên rejîmê û komên çekdar ve tê bombebaran kirin. Komên çekdar bajarokê Zehra bombebaran kirin, her wiha hêzên rejîmê jî bajarokên Mayir û Enedanê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.