Li Helebê topbaran: 15 kes mirin

Li Helebê topbaran: 15 kes mirin

Li taxa Ensarî ya Helebê di encama fûzeya ku ji aliyê  rêjîma Baas ve hatibû avêtin, 5 ji wan zarok, 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku gelek kes hîn wendane.

Li taxa Ensarî ya Helebê îro di demjimêr 13.00’an de, fûzeyek li taxa Ensarî ya Helebê ket û di encamê de, 5 zarok bi giştî 15 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniyên herêmî fûza li nêzî nexweşxaneya Elzerzûrî ya ku Artêşa Azad birîndarên xwe tê de derman dikir, ket. Herwiha hate ragihandin ku piştî avêtina fûzeyê balafirên rêjîma Baas li ser herêmê difiriyan.

Çalakvanên herêmê diyar kirin ku cenazeyê 13 kesî hate naskirin di nava wan de 5 zarok hene û hîn gelek kes di bin bermahiyên teqîna fûzeyê de mane.