Li Helebê şerên dijwar
Li Helebê şerên dijwar
Li Helebê şerên dijwar
Li Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çekdar ên opozîsyonê dewam dikin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî ahahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çekdar ên opozîsyonê li piraniya deverên Heleb’ê dewam dikin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Çavkaniyan ragihandin ku şer û pevçûn li taxên Feyad, Mesîr û hin herêmên din dewam dikin. Her wiha çekdarên opozîsyonê herêmên di bin kontrola rêjîmê de topbaran kirin. Hate gotin ku di encama topbaranê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Heman çavkaniyan destnîşankirin ku topên çekdaran li herêma Mîrîdyan û Seyf El-Dewlê jî ketine. Hate ragihandin ku di encama topbaran van herêman de 3 zarok, jinek, bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di encama topbaranê de gelek sivîl birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşankirin ku di encama topbarana di navbera aliyan de ku li taxa Mesîr, Fêd û Bustan El-Qesir pêk hate hin welatiyên sivîl birîndar bûne.
Taxa Bustan El-Zehre jî rastî bombebarana hêzên opozîsyonê hat û di encamê de agir bi benzînxaneya li taxê ket. Balafirên şer ên rêjîmê taxa Kerem El-Teran û Mesakin Henano bombebaran kirin. Hate gotin ku di encama bombebarana li van taxan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û hin kes birîndar bûne. Taxa Qazî Esker jî ji aliyê balafirên rêjîmê hate bombaran kirin. Hate gotin ku li vir jî sivîl ku zarok û jin jî di nav de jiyana xwe ji dest dane.
Pevçûnên li taxa Bustan El-Qesir a Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozîsyonê bi dijwarî dewam dikin. Der barê şer û pevçûnên li vê derê tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.
Hate gotin ku pevçûnên li derdora Nexweşxaneya Kendî ya Helebê ji ber barîna berfê ya dijwar rawestiyane, lê aloziya li herêmê hîn dewam dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin komên çekdar ên DAIŞ'ê kargeha şekir a li bajaroka Mekene ya rojhilatê Helebê ji destê komên çekdar ên opozîsyonê derxist. Hate zanîn ku kargeh di bin destê çekdarên tabûra Museb Bin Umêr a girêdayî Artêşa Azad de bû.
Balafirên şer ên rêjîmê bajrokên Bab û Tadif ên li rojhilatê Helebê bombebaran kirin. Hate zanîn ku ku di encamê de 2 zarok û gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Li bajarokê Neqarên ê li heman herêmê şer û pevçûnên di navbera hêzên opozîsyonê û hêzên rêjîmê dewam dikin. Der barê encama şer û pevçûnên li vê derê agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin balafirên rêjîmê bajarokê El-Îs ê li başûrê Helebê bombebaran kir. Hate gotin ku ji ber bombebaranê jinek hate kuştin û zarokek birîndar bû ye.