Li Helebê şerekî dijwar diqewime
Li Helebê, şerê navbera hêzên rejîma Baasê û komên çete, tevî agirbestê jî dewam dike.
Li Helebê, şerê navbera hêzên rejîma Baasê û komên çete, tevî agirbestê jî dewam dike.
Li taxên rojhilat û rojava yên bajarê Helebê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Baas û çeteyên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê de rû didin. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, çavkaniyên herêmî ji taxên rojhilatê Helebê yên hatine dorpêçkirin dan zanîn ku hêzên rejîmê topên hawanan davêtin taxên ′Beyade, Qetane, Bab El-Nesir, El-Meadî, Çerxeriya El-Sînaha, Kelasê , Sikerî, Firdews, Miyeser, Meşhed, El-Zibdiyê û El-Hilwaniyê′. Der barê ziyanan de agahiyeke zelal bi dest neket.
Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên rejîmê li aliyê rojhilat û başûrê rojhilatê bajêr pêş ve çûn dest danîn ser nexweşxaneya El-Iyûn û herêmên Qadî Esker û Bab El-Hedîd. Her wiha dest danîn ser hin avahiyên taxên Bab El-Nesir, Miyeser û Şêx Seîd.
Komên çete yên girêdayî Koalîsyonê Niştîmanî ya Sûriyeyê jî taxên rojhilatê bajêr ′Mardînî, Mogambo, Muhafeze, Cabiriyê, Seyêd Elî, Hemdaniyê û Heleba Nû′ yên di destê rejîma Baas de topbaran kirin. Di encamê de 27 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di civîna Meclîsa Ewlehî û Hevkariyê de ku Ii bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin, ragihand ku hêzên rejîma Baas operasyonên xwe yên leşkerî li Helebê rawestandine. Lê şerê li Helebê didome.