Li Helebê pevçûnên rejim û çekdaran zêde dibe

Li Helebê pevçûnên rejim û çekdaran zêde dibe

Hêzên rejîmê wargehên koma Şuheda Bedir yên li taxa Eşrefiya Helebê bombebaran kirin. li taxa Bustan Başa jî teqîneke mezin pêk hat.

Hêzên rejîmê yên ku li devera Cêş Elşabî bicih dibin, wargehên koma Şuheda Bedir ya girêdayî kesê bi navê Xalid Elheyanî ku li taxa Eşrefiyê ya Helebê bicih dibin bombebaran kirin. Hate zanîn ku, hêzên rejîmê 10 guleyên hawanê avêtine wargehên koma çekdar, 4  ji wan guleyan li nêzî nexweşxaneya Henan ketine lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine bidest xistin.

Li aliyekî din li gorî agahiyên ji taxa Eşrefiyê hatine girtin, hêzên rejîmê sûka sewzeyê, herêma Postexaneyê ya taxa Eşrefiyê xistine bin kontrola xwe. Li taxa Bustan Başa jî dengê teqîneke mezin hate bihîstin û dûman bi ser taxê ketiye lê derbarê ziyanan de tu agahî bidest neketine.