Li Helebê pevçûn: 4 alîgirên rejimê birîndar bûn û 9 leşker jî dîl ketin destê YPG’ê
Li Helebê pevçûn: 4 alîgirên rejimê birîndar bûn û 9 leşker jî dîl ketin destê YPG’ê
Li Helebê pevçûn: 4 alîgirên rejimê birîndar bûn û 9 leşker jî dîl ketin destê YPG’ê
Li Helebê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û alîgirên rejima Bass yên ku êrîşî noqteya kontrolê ya YPG'ê kirin de, pevçûn rû da. Di encamê de 4 alîgirên rejimê birîndar bûn û 9 leşker dîl hatin girtin.
Li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ku piraniya şîniyê wê kurdin, îro di demjmêr 09.00 an de alîgirên rêjima Bass êrîşî noqteya kontrolê ya YPG'ê ku li rawestgeha ber kargeha şuştina wesayitane kirin. Di encama êrîşê de hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûnê rû da, di encamê de 4 alîgirên rejima Bass birîndar bûn. Di dema pevçûnan de artêşa rejima Bass û hin alîgirên wan xwestin piştgiriyê bidin alîgirên xwe, rastî mudaxeleya hêzên asayişê hatin, di encamê de 9 leşkerên Sûriyeyê tevî çekên xwe ji aliyê hêzê asayişê ve dîl hatin girtin. Tu ziyan ne gihişte hêzên YPG'ê û asayişên taxê. pevçûn bi dawî bû.