Li Helebê li taxa Eşrefiyê ku piraniya wê şîniyên Kurd in hawanên ku ne diyare ji kur tên, bi ser taxê de tê barîn. Di encamê de birîndar hene.
Piştî daxuyaniya Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Elesed a îro li taxa Sebîl ya Helebê komên çekdar êrîşî noqteya kontrolên yên li ber nexweşxaneya Firensî-Sûriyeê kirin.
Di encamê de şer di navbera Hêzên rejîma Bass û çekdarên Artêşa Azad de derket. Şer gihişte nêzî parka Eşrefiyê. Hin ji komên çekdar li nava darên li Taxa Sekenet Melheb bi cih bibûn. Di şer de komên çekdar çekên sivik û navîn bikar anîn. Hêzên rejîma Bass jî bi hawan û bombeyan bersiva wan dan.
Nûçegiyanê ANF'ê yê li Helebê diyar kir ku gelek hawan û bombe li avahiyên welatiyên taxa Eşrefiyê tênb. Di encamê bombardumanê de hin birîndar rakirine nexweşxaneya Osman.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li piranî deverên Taxê belav bûn, hemû rê girtin. YPG'ê çûyin û hatina taxa Eşrefiyê heya demekî ne diyar qedexe kir.