Li Helebê li dijî otobusê êrîş: 2 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê li dijî otobusê êrîş: 2 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê li dijî otobusê êrîş: 2 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku topeke hewanê li devera nêzî bajaroka Kefer Hemra ya bakurê bajarê Helebê li otobusekê sivîlan ket. Di encamê de 2 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro saet di 15.00'an li devera nêzî bajaroka Kefer Hemra ya bakurê Helebê topeke hewanê li otobusekê ket. Di encamê de welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed (40) û kurê wî jiyana xwe ji dest dane û hin kes jî birîndar bûn. Her wiha hate diyarkirin ku otobusê welatiyên Kurd ji deverên di bin kontrola hêzên rejîmê de ne vediguhest Taxa Şêxmeqsûd a bajêr.
Hate zanîn ku di otobusa hewan lê ket, 6 ferdên ji malbatekê têde bûn ew ji bajaroka Sirrîn a başûrê herêma Kobanê vediguhestin Taxa Şêxmeqsûd. Her du cenaze û birîndar rakirin nexweşxaneyeke Taxa Saxûr a bajêr. Der barê rewşa wan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Otobusa ku rastî topa hewanê hat bi zehmetî xwe gihand Taxa Şêxmeqsûd.