Li Helebê ji bo azadiya Ocalan hemû pêkhate îmzeyan didin

Li Helebê ji bo azadiya Ocalan hemû pêkhate îmzeyan didin

Li bajarê Sûriyeyê Helebê, kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Ocalan duh destpê kir. Welatiyên li taxên Şêxmeqsûd Şerqî û Merûf, Eşrefiyê, Heyderiyê, Şêx Faris û Bedîn welatiyên ji hemû pêkhateyên îmze dan.

Bi dehan kes ji saetên 06.00᾿an ve berê xwe dan navendên ku li taxên Helebê hatine amadekirin û îmze yên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî dan.

Welatiyên ku îmze didan ku ji hemû pêkhateyan pêk dihatin diyar kirin, ew tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Ocalan dibin. Welatiyan bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku, Ocalan serbest berdin da ku karibe cihê asayî di pêvajoya aştiyê yê daye destpê kirin bigre.

Gelek ji kesên ereb ku îmze yên xwe ji bo azadiya Ocalan dan aşkera kirin ku, kurd û ereb bi biratî li gel hev jiyan dikin û azadiya Ocalan dê bandora erênî li hemû pêkhateyên herêm bike.

Di nava kampaniyê de hink partiyên siyasî yên kurd jî hebûn. Yek ji Endamên Partiya Demokratî kurd li Sûriyeyê da zanîn, azadiya Ocalan dê deriyê çareseriya hemû pirsgirêkên herêm li ser hêmanê biratiya gelan û bi taybet çareserkirina pirsgirêka Kurd be.

Di çarçoveya kampanya berhevkirina îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî hatiye destpê kirin, Meclîsa Gel a Helebê duh dest bi kampanya berhevkirina îmzeyan kir.