Li Helebê ji ber bombebarana rejîmê 20 kes mirin
Li Helebê ji ber bombebarana rejîmê 20 kes mirin
Li Helebê ji ber bombebarana rejîmê 20 kes mirin
Balafirên şer ên rejîmê Çerxerêya Helewanî ya Helebê duh êvarê bombebaran kirin. Hate gotin ku di endama bombebaranê de 20 kesan jiyana xwe jidest dan û 30 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku di encama bombebarana balafirên şer ên rêjîma Sûriyê ku li dijî çerxeriya Helewanî ya Helebê pêk hat 20 kesan jiyana xwe jidest dan û zêdeyî 30 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di nava miriyan de endamên koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) jî hene. Çavkaniyan destnîşankirin ku bombe li ser avahiyekê li nêzî avahiya ku endamên DAIŞ'ê têde bicih bûne, ketiye.
Şahîdên bûyerê destnîşankirin ku rewşa piraniya birîndaran girane.