Li Helebê di encama pevçûnan de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li Helebê di encama pevçûnan de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li Helebê di encama pevçûnan de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
Pevçûnên li Helebê ku di nabera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê derketibûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Di encama pevçûnan de 3 zarokan jiyana xwe jidest dane.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Helebê pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ku ev demek dirêj rû dane bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çavkaniyên herêmî ragîhandin ku li taxa Îdai ya Helebê ku di bin destê rêjîmê de ye pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne. Li derdora keraca El-Sefahiyê ya Heleba Kevin jî di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozesyonê pevçûn derket. Her wiha çekdarên opozisyonê êrîşî navenda Îstixbarata Esmanî ya li taxa Cemiyet El-Zehrai kirin. Hate gotin ku li vir jî pevçûnên dijwar derket in. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan de çêbûne.
Hêzên rêjîmê duh di saetên êvarê de taxa Ferdos topbaran kir. Hate gotin ku encama topbaranê de 2 zarokan jiyana xwe jidest dane û 2 zarok bi giranî birîndar bûne.Her wiha hêzên Rêjîmê taxa Kerem El-Nizha jî topbaran dike û li vir jî zarokî jiyana xwe jidest da û hin kes birîndar bûn. Hate gotin ku topek hawanê li taxa Heyderiyê ket. Di encamê de ziyana madî çêbû. Li derveyî Helebê jî hêzên rojîmê bajaroka Bab a Helebê topbaran dike. Hate gotin ku di encamê de hin kes birîndar bûne.