Li Helebê Careke din sivîl bûn qurbanê şer û bombebaranê
Li Helebê Careke din sivîl bûn qurbanê şer û bombebaranê
Li Helebê Careke din sivîl bûn qurbanê şer û bombebaranê
Balafirên rêjîmê îro taxên Şêxmeqsûd, Saxûr, Qantirçî, Meadî û El-Şear ên Helebê bombebaran kirin. Hate zanîn di encama bombebarana de bi dehan welatiyan jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne. Di heman demê de şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê û hêzê îslamî li Helebê dewam dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin îro di saetên sibê de balafirên şer ên rêjîmê taxên Şêxmeqsûd, El-Şear, El-Meadî û Qantircî topbaran kirin. Hate hînbûn ku di encama toparanê de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe jidest dane û gelek kes birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve çekdarên opozisyonê jî taxên El-Ebara, El-Minşeye ya kevin, Bustan Kelab, El-Meydan, El-Tilel û Kolana Baron ên di bin kontrola Rêjîmê de topbaran kirin. Hate zanîn ku di encama topbarana di van taxan de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Di heman demê de şer û pevçûnên di navber hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê li taxên Heleb a kevin û Şêx Seîd bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku li aliyekî taxa Şêx Seîd hêzên rêjîmê û aliyêdin jî çekdarên opozisyonê bi cih bûne.
Çavkaniyan ragîhandin ku komên çete yên DAIŞ'ê gelek çalakvanên opozîsyonê ji derdora postexanê ya taxa mesakin Henano û taxa Inzarat revandine. Hate gotin ku çarenûsa çekdarên opozîsyonê yên ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin, ne diyare.
Li derdora Tugaya 80'ê ya û balafirgeh Heleb a Navnetewî di navbera hêzên rêjîmê, çekdarên Dîfai El-Şebî yên piştgiriya artêşa Sûriyê dike û hêzên opozîsyonê bi dijwarî dewam dike. Derbarê kuştî û birîndarên di şerên heta niha didome de agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Çavkaniyan destnîşan kir ku îro fermandarekî opozisyonê ku çend roj berê di bombebarana li derdora girtîgeha Helebê birîndar bibû, miriye.
REWŞA WELATIYÊN LI NAVÇEYÊN HELEBÊ XERABE
Çekdarên opozisyonê bajarokên Bubil û Zehrai ku şêniyên wê Şîane bi hawanan topbaran kirin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Balfirên rêjîmê bajaroka Hirêtan û Kefer Hemra bombebaran kir. Derbarê encama bombebaranê de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Balfirên şer ên Rêjîmê herêma Bab a Helebê bombebaran kir. Hate gotin ku di encama bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûne.
Balafirên şer îro saet di 09.00'an de taxa Şêxmeqsûd bombebaran kir û di encamê de 5 sivîlên ji heman malbatê birînda bû, her wiha di bombebarnê de ziyana madî li malên welatiyan çêbû ye.