Li Helebê 35 sivîlên din hatin qetilkirin

Ji ber şer û topbarana li ser taxên Helebê 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li piraniya taxên Heleb û gundên wê, di navbera hêzên rejîmê û çekdarên qaşo koalîsyona Sûriyeyê de şer diqewimin. Di heman demê de hêzên rejîmê û çekdarên vê koalîsyonê topan li taxan dibarînin. Topbaran ji duh danê êvarê destpê kir, heta danê sibehê dewam kir.

Di heman demê de balafirên şer ên rejîmê rêya Kastêlo, Çerxeriya Cendûl, Bustan Başa, El-Sxûr, Bedîn, Hulik, Şêx Miskîn, Heyderiyê û Şêx Faris bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Balafirên rejîmê bajarokên Xan Toman û El-Qerasî yên li rojavayê Helebê bi fuze û topan, bomberdûman kirin. Herêmên sivîl ên di destê çekdarên koalîsyonê de ne hedef hatin girtin. Taxên Kerîm El-Cebel, El-Cibêl, El-ZIbdiyê, Bustan El-Qeser, El-Ensarî, El-Meyser, Qadî Esker, Cisir El-Hec, Qatrecî û Meşhed ên di destê çekdarên koalîsyonê de hatin bombebaan û topbarankirin. Di encamê de 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Komên çekdar ên koalîsyonê jî bersiva hêzên rejîmê dan û taxên Ezîziyê, Silêmaniyê, Sêf El-Dewlet, Heleba Nû, Meydan, Bustan El-Zihûr, El-Fêd û Tilel, El-Muhafeza, Kolana Baron û Stadyoma giştî topbaran kir. Di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbûne.